Fîdan: Divê sîstemek li Sûriyê hebe tê de mafê hemû welatiyan parastî be

Fîdan: Divê sîstemek li Sûriyê hebe tê de mafê hemû welatiyan parastî be

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan da zanîn ku divê sîstemek li Sûriyê hebe tê de mafê hemû welatiyan parastî be.

Fîdan ev yek di kongireyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel hevşanê xwe yê Elmanya Johann Wadephul li Elmanya ragihand û diyar kir ku divê tirs li ser nasname û çanda tu kesî li Sûriyê tune be.

Derbarê piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Turkiyê, Hakan Fîdan got: Pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" bi awayekî erênî bi rê ve diçe û divê teror li Sûriyê, Iraq û Îranê jî bi dawî bibe.

Fîdan da zanîn jî: Divê Ewropa, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hemû bi hev re mercên ku teror derxistiye holê, bi dawî bînin. 

Li gorî Fîdan, ”yekîtî û serweriya Sûriyê gelek giring e, û li şûna lêgerîneke ku dê parçebûnê li Sûriyê bîne holê, sîstemeke weha pêwîst e ku hemû mirov xwe wekhev bibînin, netirsin ku nasname û çanda xwe ji dest bidin û mafên wan parstî bin”.