Serokê ENKS: "Doza Kurdî bi çek û şer nayê çareserkirin"

Serokê ENKS:

Welat TV - Hewlêr

Li kampa Qoştepa ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li gundewarê Hewlêrê, dawîn pêşhateyên siyasî yên li Rojavayê Kuridtanê û Sûriyê, taybet rewşa doza Kurdî di semîarekê de hatin gotûbêjkirin û şirovekirin.

Semînar ji aliyê Serokê ENKS Mihemed Ismaîl ve hate pêşkêşkirin, û hejamrek mezin ji siyasetmedar û çalakvanan lê amade bûn.

*Naveroka semînarê

Di semînarê de, dawîn rewşa siyasî, û hewlesta Kurdî ya hevbeş li Sûriyê, her weha asoyên çareseriya doza Kurdî û bidestxistina mafên netewî yên miletê Kurd bi awayekî berfireh hatin şirovekirin, û diyarkirin.

*"Doza Kurdî bi şer nayê çareserkirin"

Serokê ENKS Mihemed Ismaîl tekez kir ku doza Kurdî li Sûriyê êdî nema paşve vedigere û tu caran bi rêya çek û şer nayê çareserkirin.

*"Kurd digihin mafên xwe"

Ismaîl got ku miletê Kurd dê mafên xwe yên rewa bi dest xwe ve bînin û pêvajoya çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê kar û demeke dirijê jê re pêwîst e.

*Nerîna beşdarbûyan

Ji aliyê xwe ve beşdarbûyan semînar bilind nirxand û gotin ku semînareke girîng bû û divê tevgera Kurdî, me nêzîkî rewşa siyasî û pêşhateyên girîng, bihêle û em ji her bûyerekê agahdar bin.