Penaberên Sûriyê li Turkiyê êdî nikarin bêberamber xwe derman bikin

Penaberên Sûriyê li Turkiyê êdî nikarin bêberamber xwe derman bikin

Welat TV - Hewlêr

Li Turkiyê çareseriya tendirustî ya bêberamber ji penaberên Sûriyê re hat rawestandin.

Biryara rawestandina çareseriya tendirustî ya bêberamber ji bo penaberên Sûriyê li Turkiyê di rojnameya fermî ya Turkiyê de bi îmzeya Serokomarê Turkiyê Receb Teyib Erdogan hatiye belavkirin.

Biryarê diyar kir ku, hemû penaberên Sûrî li Turkiyê bi tu awayî nikarin bê beramber li navendên tendirustiyê yên taybet xwe çareser bikin. Ev rêkarên nû dê ji destpêka sala bê ve dest pê bikin.

Biryara nû ya Turkiyê, vaksîndanê xwe li xwe nagire û penaberên Sûriyê wek welatiyên Turkiyê dê vaksînan wergirin bê beramber.