Fransa: Tekeziyê ser giringiya parastina serweriya Sûriyê li gorî yasaya navdewletî dikin

Fransa: Tekeziyê ser giringiya parastina serweriya Sûriyê li gorî yasaya navdewletî dikin
Fransa: Tekeziyê ser giringiya parastina serweriya Sûriyê li gorî yasaya navdewletî dikin

Welat TV - Hewlêr

Fransa bang li tevaya welatên deverê dike ku tevlî hewlên heyî bibin da ku Sûriyê bibe navenda aştî û ewlehiyê.

Karbirêkerê Balyozxaneya Fransa li Sûriyê Jean-Baptiste Faivre di daxuyaniyekê de got ku Fransa tekeziyê li ser giringiya parastina yekbûna Sûriyê, serwerî û aramiya wê li gorî yasaya navdewletî û rêkeftina rawestandina şer a di navbera Hêzên Israîlê û Sûriyê de, dike.

Got jî ku ew daxwazê ji Israîlê dikin ku rêzê li serweriya Sûriyê bigire.

Her weha diyar kir ku ew ji zanyariyên derbarê hebûna qurbaniyên sivîl di operasyonên Israîlê de yên li Bêt Cin, dilgiran in.

Karbirêkerê Balyozxaneya Fransa li Sûriyê bang li tevaya welatên deverê kir ku tevlî hewlên heyî bibin, da ku Sûriyê bibe navenda aştî, ewlehî û aramiyê, ji bo miletê Sûriyê û deverê bi tevahî.