Paşmayên 10 terman di goreke bikom de li Himsê hatin dîtin
Welat TV - Hewlêr
Goreke bikom a din li gundewarê Himsê hate dîtin û paşmayên termên hejmarek kesên nenas tê de hebûn.
Li zeviyeke nêzîkî gundê Mezre'a li rojavayê Himsê, karkeran goreke bikom dît.
Di wê gorê de û li gorî zanyariyan, paşmayên termên 10 kesên nenas hatin dîtin.
Beriya çend rojan, li Himsê 4 gorên bikom ku paşmayên bi dehên terman di wan de bûn, hatibûn dîtin. Navxweya Sûriyê jî diyar kiribû ku nasnameya wan terman nehatiye naskirin.
Ji dema hilweşîna Rêjîma Esed ve, li deverên cuda yên Sûriyê bi dehan gorên bikom ku paşmayên hezarên terman di wan de bûn hatine dîtin.