Navxweya Sûriyê: Oberî tometbar e bi encamdana tawanên cengê dijî sivîlan

Navxweya Sûriyê: Oberî tometbar e bi encamdana tawanên cengê dijî sivîlan
Navxweya Sûriyê: Oberî tometbar e bi encamdana tawanên cengê dijî sivîlan

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê girtina serkirdeyê milîsa "Berevaniya Niştîmanî" li Helebê ku tometbar e bi encamdana tawanên cengê, ragihand.

Fermandarê Ewlehiya Navxwe li Helebê Mihemed Ebdilxenî di daxuyaniyekê de got ku hêzên ewlehiyê bi hevkariya Dezgeha Istixbaratan "Samî Oberî" serkirdeyê milîsa "Berevaniya Niştîmanî" di serdema Rêjîma hilweşamdî de li Helebl girt.

Ebdilxenî diyar kir ku Oberî beşdarî di serkutkirina xwepêşandanên aştiyane de kiriye, û her weha beşdar bû di damezrandina milîsa "Berevaniya Niştîmanî" de sala 2012an û serkirdayetiya wê ta sala 2017an kiriye û piştre bûye berpirsê pêwendiyên giştî.

Li gorî fermandarê Ewlehiya Navxwe li Helebê, Samî Oberî di wê demê de zincîreke mezin ji binpêkirinan li dijî sivîlan encam dane.

Mihemed Ebdilxenî da zanîn jî ku piştî rizgarkirina Helebê, Oberî reviyabû Libnanê. Dûvçûna wî hate kirin û dema ku derbasî Sûriyê bû, hate girtin"