200 sivîl di Mijdarê de li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin

200 sivîl di Mijdarê de li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin
200 sivîl di Mijdarê de li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr

200 sivîl li deverên cuda yên Sûriyê di heyama mehekê de hatine kuştin.

Li gorî raportekê ji Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di meha Mijdara bûrî de li deverên cuda yên Sûriyê 232 kes hatine kuştin.

Ji wê hejmarê 200 kes sivîl in û di nav wan de 31 zarok û 20 jin hene.

Rewangehê daye zanîn ku tevî hemû hewlên dîtina çareseriyan, lê şerûpevçûn li Sûriyê hîn hene û divê aliyên navdewletî karê cidî bikin ji bo rawestandina rijîna xwînê.