Trump di nameyekê de piştgiriya xwe ji El-Şeri’ re diyar dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump di nameyekê de piştgiriya xwe ji serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' re diyar kir.
Trump nameyeke nivîskî bi rêya şandiyê taybet bo Sûriyê Thomas Barrack ji El-Şeri' re şiyand.
Serokê Emerîka di nameya xwe de nivîsandiye ku El-Şei' "dê bibe serkirdeyekî mezin, û Emerîka dê alîkariyê di vê derbarê de bike".
Roja Duşemê serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û şandiyê taybet ê Emerîka Thomas Barrack li Şamê civiyabûn û mijarên hevbeş û dawîn pêşhateyên deverê gotûbêj kiribûn.