Emerîka: Vekirina konsulxaneyê tekeziyê li ser pabendbûna bi hevaltiya li gel Herêma Kurdistanê dike
Welat TV – Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîka li Hewlêrê civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîka got, vekirina konsulxaneya nû li Hewlêrê tekeziyê li ser pabendbûna welatê xwe bi dostanî û hevaltiya li gel Herêma Kurdistanê kir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Emerîka hêvî kir weberhêna welatê xwe li Kurdistanê berfirehtir bibe.
Ji aliyê xwe ve, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe ji piştevaniya Emerîka di hemû waran de diyar kir, û tekezî li ser amadekariyên berfirehtirkirina peywendiyan li gel Emerîka di hemû waran de kir.
*Êrîşa Kormor hat şermezarkirin
Herdu Aliyan rewşa giştî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinan û gavên damezrandina hikûmeta nû gûtûbêj kirin, her weha êrîşa li ser kêlgeha Kormor şermezar kir.