Hevkariya Kendavê banga rûbirûbûna tundrewiyê û girtina rêzê li pirengiyê li Sûriyê dike

Hevkariya Kendavê banga rûbirûbûna tundrewiyê û girtina rêzê li pirengiyê li Sûriyê dike
Hevkariya Kendavê banga rûbirûbûna tundrewiyê û girtina rêzê li pirengiyê li Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê karên tundûtujiyê li Sûriyê şermezar kirin û got ku rêkeftina 10ê Adarê ya HSD û Hikûmeta Sûriyê "yekîtiya niştîmanî pêk tine".

Encûmena Hevkariya Kendavê di beyanameya dawîn a gera 46an a Encûmena Bilind de got ku ew tekeziyê li ser giringiya girtina rêzê li serweriya Sûriyê û yekbûna xaka wê dike û destwerdanên derekî di karûbarên wê yên navxwe de red dike.

Her weha tekezî li ser giringiya rûbirûbûna terror, tevlîhevî û tundrewiyê û girtina rêzê li pirengiyê li Sûriyê kir û tevaya karên tundûtujiyê li Sûriyê şermezar kirin.

*Rêkeftina 10ê Adarê û Nexşerêya Siwêdayê

Encûmena Hevkariya Kendavê got ku ew pêşwaziyê li rêkeftina 10ê Adarê ya tevlîbûna tevaya dezgehên sivîl û leşkerî li "Bakurê Rojhilatê Sûriyê" di nava dezgehên dewletê de dikin:

"Ev yek dê yekîtiya niştîmanî û pêkvejiyanê li Sûriyê pêk bîne".

Li aliyekî din pêşwazî li ragihandina Hikûmeta Sûriyê ji nexşerêya çareserkirina rewşa Parêzgeha Siwêdayê re kir.

Encûmena Hevkariya Kendavê got jî ku ew tevaya êrîş û binpêkirinên Israîlê li Sûriyê şermezar dike.