Partiya Naverast ji Şamê tekeziyê li ser giringiya pêşwazîkirina Şanda Kurdî dike

Partiya Naverast ji Şamê tekeziyê li ser giringiya pêşwazîkirina Şanda Kurdî dike

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Mekteba siyasî ya Partiya Naverast a Kurd li Sûriyê bi serokatiya sekretêrê wê, li gel rêvebirê karûbarên Emerîkî li Wezareta Derve ya Sûriyê Quteyba Idlibî civiya.

Li gorî daxuyaniyekê ji Partiya Naverast a Kurd, şanda wê li gel Idlibî behsa hebûna dîrokî ya Kurdan ji dema damezrandina dewleta Sûrî ve û rola wan a giring kir.

*Çareserkirina doza Kurdî

Şandê tekezî li ser giringiya çareserkirina doza Kurdî ya dadmend bi rêya destûrê, û giringiya pêşwazîkirina dewleta Sûrî ji Şanda Kurdî ya Hevbeş re, kir.

Li gorî daxuyaniyê, Idlibî jî tekezî li ser giringiya pêkhateya Kurd li Sûriyê û giringiya dana mafên wan ên destûrî kir.

*"Bandorê li Şanda Kurdî nake" 

Ji Sêşema bûrî ve şandeke Partiya Naverast a Kurd li Şamê û hejmarek hevdîtin encam dane. Di vê derbarê de sekretêrê partiyê Şelal Gedo gotibû serdana wan bo Şamê bandorê li şanda Kurdî ya hevbeş nake.