UNHCR zengilê hişyariyê li Iraqê lê dide: Em nikarin alîkariya penaberan bikin
Welat TV - Hewlêr
Komisyona Bilind a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê zengilê hişyariyê lê dide ji ber kêmbûna perepêdanê.
Komisyona Bilind ji Welat TV re ragihand ku ji ber kêmbûna perepêdanê, ew neçar bû alîkariyên diravî bo malbatên penaber rawestîne.
Komisyonê diyar kir ku wê di meha Gulanê de 1500 malabtên penaber ji alîkariyên diravî dûr xistine, bi vî rengî wan malbatan alîkariyên diravî yên 6 mehan bi tenê wergirtine, ku komîserê pilan kiribû ew alîkarî 12 mehan berdewam bikin.
*Bandora li penaberan
Di nîvê duyem yê sala 2025an de jî, komisyonê alîkariyên diravî bi tenê pêşkêşî 5500 malbatî ku 30 hezar kes li xwe digire kirin, û ew alîkarî ji 250 dolarên Emerîkî bo her malbatekê daxist 150 dolarî, û ew malbat jî piştî ku 10 ji koka 12 mehan alîkarî wergirtin, êdî ji ber kêmbûna perepêdanê ji alîkariyan bê par mane.
Li gorî amarên komisyonê, piştî kêmkirina alîkariyan di meha Hezîranê de, 95% ji malbatên ku ji alîkariyên diravî hatine dûrxistin têçûnên xwe kêm kirine, 85% nikarin kirêya malên xwe bidin, 70% ji wan berê xwe dane wergirtina qerzan da ku debra xwe bikin, 55% malên xwe veguhestine deverên ku têçûna wan kêmtir e û 50% milkên xwe firotine.
*Rewş xerabtir dibe
Komisyona Bilind a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê pêşbînî kir ku bandorên vê yekê dê xerabtir bin li ser hejmareke zêde ji malbatan piştî rawestana bernameya alîkariyan bi temamî.
Komisyonê bang li civaka navdewletî kir ji bo peydakirina perepêdana pêwîst da ku bernameya alîkariyan ta 2026an berdewam bike.
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê li gorî amarên komîsera bilind 345 hezar penaber û penaxwaz hene, 90% ji wan Sûrî ne.