Endameke Komîsyona Proseya Aştiyê: Ocalan xwestiye HSD bibe 2 beş

Endameke Komîsyona Proseya Aştiyê: Ocalan xwestiye HSD bibe 2 beş
Endameke Komîsyona proseya Aştiyê: Ocalan xwestiye HSD bibe 2 beş

Welat TV - Hewlêr

Endameke Komîsyona proseya Aştiyê dibêje ku Ebdullah Ocalan daxwaz kiriye ku HSD bibe du beş, beşek tevlî Artêşa Sûriyê bibe û beşê din jî Asayiş be.

Endama Komîsyona Proseya Aştiyê Gulîstan Kiliç ku beriya çend rojan seredana rêberê PKKê Ebdullah Ocalan li Girava Îmraliyê kiribû, ji malpera "T24" ya Turkî re got ku Ocalan negotiye ku HSD wekî PKKê bê hilweşandin û çekan deyne:

"Daxwaz kiriye ku, HSDê bibe du beş, Beşek tevlî Artêşa Sûriyê bibe û beşa din jî, parastina navçeyên xwe bike û bibe hêzên navxwe".

Kiliç got jî ku bi nerîna Ocalan, eger Sûriye nebe demokrasî, dibe ku Ehmed Şeriî jî bibe dîktator û careke din dîktatorî vegere Sûriyê.