Barrack: Nenavendî li Rojhilata Navîn ne serkeftî ye
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê ragihand ku li Rojhilata Navîn sîstema nenavendî bi ser neketiye û divê awayê desthilatdariyê ji aliyê herêm, milet û êlên deverê ve were destnîşankirin.
Thomas Barrack li Korbenda Dewhayê got ku sîstema nenavendî li tu cihî li Rojhilata Navîn serkeftin bi dest nexistiye:
"Doseya nenavendiyê divê 4 salan were gotûbêjkirin"
Barrack got jî ku niha tu bersiv li cem wî derbarê guncawtirîn sîstema desthilatê ji Sûriyê re nîne.
Li gorî Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê, "divê sîstema desthilatdariyê ji aliyê herêm, milet, êl û civakên deverê ve were destnîşankirin".