ENKS: Paşguhkirina doza Kurdî ziyanê digihîne pêvajoya aramiyê

ENKS: Paşguhkirina doza Kurdî ziyanê digihîne pêvajoya aramiyê
ENKS: Paşguhkirina doza Kurdî ziyanê digihîne pêvajoya aramiyê

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dike ku dest bi danûstandinan li gel Şanda Kurdî ya Hevbeş bike.

ENKS di daxuyaniyekê de bi bûneya salvegera yekem a hilweşîna Rêjîma Esed got ku kêfxweşiya Sûriyan bi vê rojê bi pêkanîna xwestekên wan bi dewleteke dadmend temam dibe.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li Rêveberiya Veguhêz kir ku "rêbaza diyaloga cidî li gel tevaya pêkhateyên netewî, siyasî û civakî li xwe bigire û wan beşdarî biryara avakirina dewlata tê xwestin", bike.

ENKS diyar kir jî ku "paşguhkirina serederiyê li gel doza Kurdî, ziyanê digihîne pêvajoya avakirin û aramiyê".

Her di daxuyaniyê de, bang li Hikûmeta veguhêz kir ku dest bi diyaloga rasterast li gel Şanda Kurdî ya hevbeş bike ku nêrîneke wê ya Kurdî derbarê pêşeroja Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî heye.

Di dawiyê de jî ENKS tekez kiriye ku Sûriyeya nû ya ku Sûrî dixwazin, "Sûriyeya demokratî nenavendî ye".