UN: Em bi piştgiriya Sûriyan ji bo serxistina qonaxa veguhêz pabend in

UN: Em bi piştgiriya Sûriyan ji bo serxistina qonaxa veguhêz pabend in

Welat TV - Hewlêr

Netewên Yekbûyî UN, di daxuyaniyekê de bi bûneya salvegera hilweşîna rêjîma Esed, da zanîn ku ew bi piştgiriya Sûriyan ji bo serxistina qonaxa veguhêz, pabend in.

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres di daxuyniya xwe de, banga piştgiriya veguhestina siyasî bi serkirdayetiyeke Sûrî, ji bo avakirina bingehên aştî û geşepêdanê li Sûriyeya yekbûyî û giştgir kir.

António Guterres got, Ev bûne rojeke ji bo xelatkirina qurbaniyên Sûriyan û nûkirina xwestekên wan bi azadî, wekhevî û rûmetê ye.

Guterres got jî, tişta li pêşiya Sûriyê zêdeyî veguhestineke siyasî ye, lê belê derfetek ji bo dubare avakirina civakên wêrankirî û dernmankirina dabeşbûnên kûr e.

*Guterres bang li Civaka Navdewletî dike

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî tekez kir ku ew pabend in bi piştgiriya Sûriyan ji bo serxistina qonaxa veguhêz û bang li Civaka Navdewletî kir ku piştgiriya veguhestinê bi serkirdayetiyeke Sûrî bikin, ew jî ji bo avakirina bingehên aştî û geşepêdanê li Sûriyeya yekbûyî û giştgir.