Raporteke Mafnasî: Bêtirî 11.000 kesî ji piştî hilweşîna Esed ve hatine kuştin

Raporteke Mafnasî: Bêtirî 11.000 kesî ji piştî hilweşîna Esed ve hatine kuştin
Raporteke Mafnasî: Bêtirî 11.000 kesî ji piştî hilweşîna Esed ve hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistineke mafnasî diyar dike ku bêtirî 11.000 kesî di dema salekê de ji piştî hilweşîna Rêjîma Esed ve, li Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de got ku ji 8ê Berçileya 2024an ta 5ê Berçileya 2025an, kuştina 11.439 kesî li Sûriyê hatiye belgekirin.

Li gorî raportê, ji wê hejmarê 8.835 kes sivîl in û di nav wan de 512 zarok û 676 jin hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan got, ku "di çarçoveya tevlîhevî, û binpêkirinên aliyên xwecihî û herêmî de", ev hejmara kuştiyan hatiye tomarkirin.

Her weha tekez kir ku "divê karekî cidî dest pê bibe ji bo dubare avakirina dezgehên Dadweriya Veguhêz li ser bingihên yasayî û mafnasî û gerentîkirina dadgehkirina tevaya encamderên tawan û binpêkirinan, bê cudahî".