HSD bersiva Şamê dide: "Tu name ji me re nehatine"

HSD bersiva Şamê dide:

Welat TV - Hewlêr

HSD bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra da û got, tu name negihiştiye wan.

Serkirdayetiya HSD ji kenaleke Erebî re ragihand ku tu name yan pilanek ji bo tevlîbûna di nava artêşê de ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê negihiştiye wan.

HSD da zanîn ku, danûstandin li gel Şamê berdewam in, û ew nikarin behsa pêngavên erênî bikin.

HSD ragihand, wan pêşniyar kiriye ku serkirdeyên HSD di postên xwe de bimînin, yan wek wan postan di nava artêşa Sûriyê de û yekîneyên jinê di nav artêşê de bêne pêkanîn.

*Hebûna Rûsî li deverên di bin destê HSD de

Derbarê hebûna hêzên Rûsiyê li deverên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, serkirdayetiya HSD got, hebûna Rûsiyê girêdayî rêkeftinên Mosko li gel rejîma hilweşyayî ye, û heta niha wan ev yek li gel Hikûmeta veguhêz gengeşe nekiriye.

Roja Yekşemê, Wezîrê Berevaniya Sûriyê Murhef Ebû Qesra eşkere kiribû, wan pêşniyarek ji bo tevlîbûna HSD di nava Artêşa Sûriyê de pêşkêş kiriye.

►Her weha bixwîne.. Mezlûm Ebdî tekeziyê li ser welatekî demokrat û nenavendî dike