Avahiyek li Helebê hilweşiya: "Karkerek mir û 2 birîndar in"

Avahiyek li Helebê hilweşiya:

Welat TV - Hewlêr

Di hilweşîna avahiyekê de, ku li bajarê Helebê nû tê avakirin karkerekî canê xwe ji dest da.

Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, li taxa Qatircî ya Helebê avahiyek hilweşiya 3 karker ji bin kavilên avahiyê rizgar kirin û bo nexweşxaneyê veguhestin, lê yekî ji wan karkeran ji ber birînên xwe yên dijwar canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên destpêkî û gotinên karkerên ku di avakirina wê avahiyê de kar dikin, 5 karker di bin kavilan de mabûn 3 ji wan hatin rizgarkrin û 2 jî hîn mane.

Ji aliyê xwe ve Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir ku, tê pêşbînîkirin hejamra karkeran ji weha zêdetir be.