Amnesty: Divê Hikûmeta Sûriyê rêzê li mafên pêkhateyan bigire
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî Amnesty bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir, ku rêzê li mafên pêkhateyan bigire û rêgiriyê li çalakvan û rêxistinên civaka sivîl neke.
Amnesty di raportekê de ku hevdemê bi bîranîna yekemîn a hilweşandina rêjîma Esed re belav kiriye, hişyarî da û daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kir ku pabendiyê bi pîvanên mafên mirovan bike û serederiyeke yasayî bi tomtbaran re bike.
*"Kuştin, revandin û şewtandina malan"
Rêxistinê amaje bi bûyerên Siwêda û Berava Sûriyê kir û got, ku hin grûpên nêzîkî hikûmetê di wan bûyeran de kuştin, revandin û şewtandina malan encam dan, her weha gelek tawanên metirsîdar hatin encamdan.
Amnesty her weha daxwaz ji Hikûmeta veguhêz kir ku, divê civaka sivîl were parastin û rêgirî li rêxistinê sivîl û çalakvanan neyê kirin û ew di jîngeheke aram de kar û xebatên xwe bikin.