Zarokekî ji Dêrikê li Mûsilê hat kuştin
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî Rojavayê Kurdistanê di dema hewla derbasbûnê berev Herêma Kurdistanê de li Mûsilê hate kuştin.
Jêderên xwecihî got, zarokê bi nave Dilşad Ebas Eyûb yê 17 salî ji şêniyên gundê Girkê Dijwêr ê ser bi Dêrikê ve ye li ser destê zêrevanên sînorî yên Îraqê li devera Rebî´a li Mûsilê hate kuştin, hevalê wî jî ciwanê bi nave Azad Qasim ji Qamişlo birîndar bûye.
Serbar kir, termê Dilşad radestî pizîşkê dadwerî li Mûsilê bûye û Azad jî bo girtîgeha Samirayê nêzîk Bexdayê hate veguhestin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, divê hikûmeta Îraqîdi bi lîkolînan di vê derbarê de rabe û encamderên tawanê siza bike serbarî qerebûkirina qurbaniyan û dîtina çareserîne piraktîk û ewleh ji bo derbasbûna welatiyan ji Sûriyê bo Îraqê.
Li gorî çalakvanan, zêdetirî 100 welatiyî Sûrî di girtîghên Mûsilê de hene.