Ferîd El-Mezhan Xelata Fransî – Elmanî bo Mafên Mirovan û Serweriya Yasayê wergirt

Ferîd El-Mezhan Xelata Fransî – Elmanî bo Mafên Mirovan û Serweriya Yasayê wergirt

Welat TV - Hewlêr

Welatiyê Sûriyê Ferîd El-Mezhan yê ku bi navê “Sîzer” tê naskirin Xelata Fransî – Elmanî bo Mafên Mirovan û Serweriya Yasayê ya sala 2025an wergirt.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot û Wezîrê Alîkar yê Karûbarên Ewropî yê Elmanya Günther Krichbaum bi bûneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan li avahiya Wezareta Derve ya Fransayê xelat pêşkêşî El-Mezhan kir.

Ferîd El-Mezhan di nava polîsên leşkerî yên Rêjîma Esed de bû û di destpêka şoreşa Sûriyê ji rêjîma hilweşiyayî cuda bû û bi hezaran wêne û belgeyên tawanên wê rêjîmê li dijî girtiyên Sûriyê eşkere kirin, ku bûn bingeha sizayên Sîzer li ser Sûriyê.

El-Mezhan ji bajarê Der´ayê ye, di serdema Rêjîma Esed de navê xwe eşkere nekiribû û di 6ê Sibata bûrî de nasnameya xwe eşkere kir.

Ev xelat, ku sala 2016an hetiye rgihandin, salane bo kes û dezgehên, ku rola wan a berçav di berevaniyê ber mafên mirovan û serweriya yasayê de li cîhanê heye, tê pêkêşkirin.