“Zêrevanên Niştîmanî”: Endamekî me yê êrîşî 4 kesan kiriye tê dadgehkirin
Welat TV - Hewlêr
Hêza “Zêrevanên Niştîmanî” ragihand ku endamekî wê tawana li dijî 4 kesan li Siwêdayê encam daye û ew lêkolînan pê re dike.
“Zêrevanên Niştîmanî” di daxuyaniyekê de got: “Piştî hatiye tekezkirin ku endamekî wê bi guleyan êrîşî 4 kesan kiriye, di encamê de yek hatiye kuştin û 3 birîndar bûne, wê ew ji kar dûrxistiye”.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew endam bo aliyên dozgerî hetiye veguhestin ji bo encamdana lêkolînan û dadgehkirina wî li gorî yasayê.
Şeva bûrî li nêzîkî filka Umran li bajarê Siwêdayê otombîlek rastî êrîşeke bi guleyan hat, di encamê de 4 kes bûne qurbanî.
Ev demeke rewşa ewlehî li Siwêdayê ne aram e û her dem û demekê bûyerên bi vî rengî derdikevin.