Du hevjînên sûrî li Elmanya bi hev re mirin

Du hevjînên sûrî li Elmanya bi hev re mirin
Her du hevjînên sûrî

Welat TV - Hewlêr

Li Elmanya îro 24ê Adara 2024an du hevjînên sûrî, bi hev re mirin.

Tora Nûçeyên Siwêdayê belav kir: Roja Yekşemê her du hevjîn Mahir Xiwês û Ebîr Mesrî di mal xwe de ya li Berlînê ji ber tengenefesiyê jiyana xwe ji dest dan.

Polîsan jî sedema mirina wan li bikaranîna komirê vegerand, ku ji bêhma wê bi jehrê ketin û bêhna wan teng bû di encamê de jiyana xwe ji dest dan.

Mahir 50 salî ye û Ebîr 45 salî ye, kur û keçeke wan heye, bi koka xwe ereb in ji parêzgeha Siwêdayê ne.

Li heman welatî, ji ber bikaranîna komirê germkirinê di mal de sala 2022yan 9 endamên malbateke Evxanî bi hev re mirin.