Salvegera 50 ya koçbarkirina Mele Ehmedê Namî.. Kurtejiyan û berhemên wî nasbike
Welat TV - Hewlêr
50 sal di ser koçbarkirina wêjevan û helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Namî re derbas dibin.
Namî yek ji wêjevanên Kurd ên xwedî kedeke berçav û diyar e.
*Kurtejiyan
Mele Ehmedê Namî di sala 1906an de li gundê Erbetê yê Nisêbînê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Di temenekî biçûk de li hicrikê feqihan dest bi xwendinê kir, û li hicrikên Amûdê, Xezna, Girê Siwêr û Til Şe'îra Aşîta li Rojavayê Kurdistanê xwendina xwe berdewam kir.
Têkiliya wî bi rewşenbîrên Kurd yên wê demê re xurt bû, nexasim bi zimanzan Mîr Celadet Bedirxan re. Gelek helbest û nivîsên xwe di kovarên "Hawar û Ronahî" de weşandin.
Mele Ehmedê Namî xwe weke berpirsyarê fêrkirina zZimanê Kurdî didît û ciwan û kal fêr kirin, û helbetên wî jî niştîmanî bûn.
Her weha doza vekirina dibistaneke taybet bi keçan li gundê Til Şe'îr kir û piştî hewlan di sala 1951ê de dibistaneke taybet bi keçan li gund vebû.
Namî Kurdperwer û xebatkarekî çalak bû, tevlî Komeleya Xoybûn bû û tê de bû berpirs û ji ber xebata xwe gelek caran hatiye zîndankirin.
*Berhemên wî û koçbarkirin
Di navbera çapkirî û neçapkirî de 5 berhemên Mele Ehmedê Namî hene, ew jî ev in:
-Dîwaneke helbestî bi navê "Daxwazname".
-Pirtûka "Agirê Sînemaya Amûdê".
-Ferhenga Kurdî Erebî.
-Rêzimana Kurdî.
-Hin ji bîrhatyinên wî bi nave "Çiko Li Bîr im".
Mele Ehmedê Namî di 11 Berçileya sala 1975an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir