El-Husriye: Pûçkirina Sîzer dê bi erênî bandorê li abûriya Sûriyê bike

El-Husriye: Pûçkirina Sîzer dê bi erênî bandorê li abûriya Sûriyê bike
El-Husriye: Pûçkirina Sîzer dê bi erênî bandorê li abûriya Sûriyê bike

Welat TV - Hewlêr

Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê ragihand ku pûçkirina yasaya "Sîzer" dê bi erênî bandorê li abûriya Sûriyê bike.

Ebdulqadir El-Husriye ji ajansa "Sana" re got ku divê ew kar bikin ji bo bihêzkirina aramiya abûrî û civakî û handana weberhênanê li Sûriyê.

El-Husriye da zanîn jî ku "pûçkirina Sizaya Sîzer dê rê li pêş berfirehkirina tevgera guhertinên diravî veke" her weha dê beşekî giring ji baweriyê bi karta bankî vegerîne.

Li gorî Ebdulaqdir El-Husriye, ew ê rêkaran bistînin bo bikaranîna vê derfetê ji bo aramkirina nirxê diravan û başkirina rewşa abûrî.

Encûmena Nûneran a Emerîkî projeyasaya rakirina sizaya "Sîzer" li ser Sûriyê pesend kir,lê ji bo ku rakirin bibe yasayeke karpêkirî, pêwîst e di 3 qonaxan re derbas bibe: Dengdana Encûmena Nûneran, Dengdana Encûmena Pîran û îmzekirina serokê Emerîka.