El-Şeri’: Sûriyê dadmendî û mafên hemû welatiyên xwe diparêze
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ ragihand ku Sûriyê niha derbasî qonaxeke nû ya avakirina dewletê bûye, û di vê qonaxê de mafên hemû welatiyê Sûriyê dê parastî bin.
El-Şeri’ di çareçoveya hevdîtinekê de li gel kesayetiyên perêzgehên Tertûs û Lazqiyê bi amamadebûna parêzgarên herdu parêzgehan, got, Sûriyê niha derbasî qonaxeke nû ya dubare avakirina dewletê li ser bingeha seqamgîrî û beşdariya milet dibe.
El-Şeri’ da zanîn, niyet û nerîn li cem me tune ne ku pêkhateyekê ji pêkhateyan dûr bixin, Sûriyê welatekî welatîbûnê ye, û dadmendî û mafan ji bo hemû Sûriyan gerentî dike.
Serokê Sûriyê bo qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ da zanîn jî, di vê qonaxê de dadmendî û mafên hemû Sûriyan dê parastî bin, û divê aştiya civakî belav bibe.