Xezal Xezal: Em li ser fedraliyê rijd in

Welat TV - Hewlêr

Serokê Encûmena Islamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal ragihand ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi ser neketiye.

Şêx Xezal Xezal îro di vîdoyoyekê de got ku hikûmta veguhêz ya Sûriyê hewil dide pirsa pêkhateya Elewî bi çend kesan girêde û ew vê yekê qebûl nakin.

Xezal Xezal da zanîn jî ku ew li ser daxwaza fedralî û nenavendiya siyasî rij din ji bo aştî û geşepêdanê li Sûriyê.

Xezal diyar kir jî ku divê mafên wan li gorî destûreke demkorasî nenavendî siyasî rasteqîne gerentîkirî bin. 

Daxuyaniya Xezal tê piştî ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ di çareçoveya hevdîtinekê de li gel kesatiyên perêzgehên Tertûs û Lazqiyê got ku “Sûriyê niha derbasî qonaxeke nû dibe dê tê de mafên hemû welatiyê Sûriyê parastî bin”.

*Her weha bixwîne.. El-Şeri’: Sûriyê dadmendî û mafên hemû welatiyên xwe diparêze