Hikûmeta Sûriyê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li Himsê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê operasyonek li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li gundewarê Himsê encam da.

Îro hêzên ewlehiya Sûriyê operasyonek li deverên Fireqles, Qeryetên û biyabana Himsê li dijî şaneyên DAIŞê encam da.

Di vê derbarê de, bepirsê operasyonê ewlehî li biyabana Sûriyê ji kenala fermî ya Sûriyê re ragihand ku wan hejmarek kesên bi ser DAIŞê ve arman kirine.

Li gorî wî bepirsî, ev operasyon hat piştî êrîşa li ser hêzên Sûriyê û Emerîka li Tedmurê ji bo têkdana aramiyê.

Şeva bûrî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û piştî êrîşa Tedmurê ya li dijî Hêzên Emerîkî û ewlekariya Sûriyê, dest bi hilmetekê li bajêr kir.

►Her weha bixwîne.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin