El-Şeybanî û Rubio tekeziyê li ser rûbirûbûna terorê dikin

El-Şeybanî û Rubio tekeziyê li ser rûbirûbûna terorê dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên Derve yê Sûriyê li gel hevşanê xwe yê Emerîka di peywendiyeke telefonî de behsa êrîşa li ser hêzên Sûriyê û Emerîka li Tedmurê kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de got ku Es´ed El-Şeybanî û Marco Rubio tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew êrîş hewleke ji bo lawazkirina peywendiyên Sûriya û Emerîka ye. 

Daxuyaniyê da zanîn ku El-Şeybanî tekezî li ser giringiya karê hevbeş di navbera Sûriyê û hevparên wê yên navdewletî de di serî de Emerîka kir.

Wezaretê diyar kir ku El-Şeybanî sersaxiyên El-Şeri´ gihandine Trump, û spasiya Emerîka li ser piştevaniya Sûriyê û karê ji bo bilezkirina rakirina sizayên Qeyser kir. 

Li gorî Wezaretê, Rubio tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji hikûmeta Sûriyê re di hemû waran de kiriye di nav de hewlên rûbirûbûna terorê. 

►Her weha bixwîne.. Barrack: Êrîşa li Tedmûrê bê bersiv derbas nabe