Emerîka parastina Rûsiya ji Rêjîma Esed re şermezar kir

Emerîka parastina Rûsiya ji Rêjîma Esed re şermezar kir

Welat TV - Hewlêr


Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê parastina Rûsiya ji Rêjîma Sûrî re ji sizakirinê ji ber binpêkirinên wê dermafê mirovan de, şermezar kir.

Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê duh di daxuyaniyekê de ragihand, di roja chanî ya mafê zanîna rastiyê derbarê binpêkirinên dermafê mirovan de, Emerîka piştevaniya hewlên Sûriyan ji bo bicîkirina dadperwî û sizakirinê dike.

Daxuyaniyê, rola Rûsiya di parastina Rêjîma Esed bi rêya danîna rêgiriyan li pêş karê komîta distûrî ku yekem pêngave berev şareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlehî ya Navdewletî, şermezar dike.

Serbar kir, Rûsiya agahiyên dûr ji rastiyê ji bo riswakirina qurbaniyan û astengkirina hewlên çareserkirina binpêkirinên berdewam, herî dawî dengdana li dijî damezrandina Dezgeha Netewên Yekbûyî ya serbixwe bo Kesên Winda li Sûriyê ji bo alîkariyê di eşkerekirina çarenivîsa zêdetirî 155 hezar kesî winda, bû.