Piştî 8 mehan termê ciwanekê hat dîtin: "Term a Avêsta ye"

Piştî 8 mehan termê ciwanekê hat dîtin:

Welat TV – Hewlêr

Piştî 8 mehan ji binavbûnê, termê ciwaneke Kurd îro 14ê Berçileya 2025an li çemê Zê yê Herêma Kurdistanê, hat dîtin.

Avêsta Yûsiv Berzencî keça 27 salî ji beriya 8 mehan ve li çemê Şaneder ê devera Barzan binav bûbû, û heta roja îro termê wê nehatibû dîtin.

Li gorî malbatê ji kenala Kurdistan 24 re ragihandiye her weha daxuyaniyên aliyên peywendîdar, term a wê ye, nîşanên piştraskirinê, cil û pêlava wê ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo diyarkirina nasnameya wî termî damezrandiye, encamên pişkinînê dê werin ragihandin. 

Ji roja binavbûnê, ji 5 Nîsanê ve, lêgerîn ta 3 mehan berdewam dikir û tîmên berevaniya sivîl hewl didan termê wê bibînin, lê nehat dîtin.

*Seyran dibe şîn

Avêsta Yûsif Berzencî bi xwe mamoste bû, li gel malbata xwe çûbû seyranê, dema hewl dida birayê xwe rizgar bike, ew binav bû lê birayê wê rizgar bû, û geşta wan ji seyran bû şîn.