Nirxê gotşê sor li Qamişlo gihiştiye 160 hezar L.S

Nirxê gotşê sor li Qamişlo gihiştiye 160 hezar L.S

Welat TV – Hewlêr

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê nirxê goştê sor û mirîşkan bi şêweyekî berçav bilind bûye.

Bi hatina meha Remezanê, nirx bêtir buha bûye, şêniyên deverê jî bi gazin in.

Welatiyekî Qamişlo ji Welat TV re got: Nirxê goştê sor li bazaran bi 160 hezar lîreyên sûrî ye, her weha nirxê yek kilo mirîşkan bi 37 hezaran e.

Da zanîn: Şênî nikarin bi vî nirxî bikirin, em bi hêvî nirx werin kontirolkirin.

Welatiyekî Hesekê da diyarkirin: Bazirgan me istîxlal dikin nirxê pêdiviyên xwarinê wek keskayî, fêkî û goşt giran kirine.

Jêderê her weha da zanîn: Beriya niha nirx giran bû lê ev çend roj in ji dema ku rojî hatine nirx bêtir buha bûye û ew yek bûye cihê nerazîbûn û dilgiraniya şêniyên bajêr.