4 endamên Ewlehiya Navxwe li Idlibê di êrîşekê de hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Çar endamên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê di êrîşeke çekdarî de li Başûrê parêzgeha Idlibê hatin kuştin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand, dewriyeke ewlehiya rêyan li ser rêya Mi’eret El-Nu’man li başûrê Idlibê rastî êrîşekê hat.
Di encamê de, 4 endamên ewlehiyê hatine kuştin û endamekî din birîndar bû.
*Encamder ne diyar in
Wezareta Navxwe ya Sûriyê got jî, ku yekîneyên ewlehiyê yên pêwendîdar dest bi pişknîna wird li navçeyê û dûvçûna encamderên êrîşê kiriye.