Hikûmeta Sûriyê rojnamevanek girt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê, rojnamevanê Sûrî Iyad Şebecî ku hilgirê regeznameya Emerîkî ye li Şamê girt.
Şerbecî kurtevîdyoyek belav kiribû, tê de behsa nifşê piştî cengê li Sûriyê derketiye, kiribû, û ciwanê Idlibê wek nimûne anîbû ziman, hin aliyan bi sivikatî bi wî nifşî, bi nav kiribû.
Neqîbê parêzerên Sûriyê, Mihemed Elî El-Tewîl doseyek bo girtina wî bi tometa çêkirina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de û têkdana aşîtiya navxwe pêşkêş kiribû.
Iyad Şerbecî, bi bûneya yekemîn salvegera hilweşandina rêjîma Esed serdana Şamê kiribû û di çend kurtevîdyoyan de rexne li awayên ahengên hikûmeta veguhêz bi vê bûneyê kiribû.
*Bangên serbestberdanê
Çalakvanên Sûrî li ser torên civakî girtina rojnamevanê Sûrî Iyad Şebecî şermezar kir û banga serbestberdanê wî kir.