YXCDK-R beşdarî di paqijkirina taxên Duhokê de kir
Welat TV - Hewlêr
Şaxê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava beşdarî di paqijkirina taxên parêzgeha Duhokê de piştî lehiyê kir.
Yekîtiyê li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facebook” de ragihand, weke erkekî niştîmanî û netewî, di 23yê Adara 2024an em bi vê destpêşxeriya xwebexiş rabûn, mal û taxên deverên ziyandîtî li Duhokê baqij kirin.
Serbar kir, paşmayên lehiyê hatin rakirin û alkariya xelk û tîmên beşdar di hilmetê de hate kirin, ev kirîz derfet bû ji bo diyarkirina hemû curên piştevaniyê.
Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava amaje bi wê yekê kir ku ev destpêşxerî bi hevkarî li gel hejmarek mamostayên zanîngeha Duhokê bû.