Elmanya.. Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê bû yekemê qehremaniyeke Judo

Welat TV - Hewlêr

Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê mîdeliya zêrîn di qehremaniyeke werzişa Judo de li Elmaniya bi dest xist.

Alan Umer Haçim yê 12 salî, beşdarî qehremaniyeke Judo li ser asta wîlayeta bakurê Rayn bû. 

Rikberiya qehremaniya Judo ya lîstikvanên kêmî 15 salan bi beşdariya 11 tîmên ji hejmarek welat bi rê ve çû.

Lîstika Dawîn di navbera Alan û lîstîkvanekî Elmanî de bû, û Alan bi ser ket û mîdeliya Zêrîn bi dest xist.

Alan ji Kobaniyê ye û li Okraynayê ji dayik bûye, beriya niha jî beşdarî çend qehremaniyên Judo bûye û encamên baş bi dest xistine.