Barrack: Diyalog li gel Netanyahu avaker bû ji bo aştî û seqamgîriya herêmî

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku diyaloga wî û Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu avaker bû.

Tom Barrack li ser tora civakî ”X” da zanîn ku diyaloga wî û Netanyahu li Israîlê avaker bû ji bo aştî û seqamgîriya herêmî.

Ji aliyê xwe ve, Nivîsgeha Serokwezîrên Israîlê jî ragihand ku Netanyahu bi Balyozê Emerîka li Turkiyê û Şandiyê wê yê Taybet bo Sûriyê Tom Barrack re civiya bê ku behsa hûrgiliyên wê civînê bike.

Beriya civînê jî medyaya Israîlî ji jêderine agahdar veguhestibû ku Tom Barrack serdana Israîlê kiriye ji bo gotûbêjkirina hin lihevtêgihiştinan derbarê Sûriyê li gel Netanyahu.

►Her weha bixwîne.. Barrack: Êrîşa li Tedmûrê bê bersiv derbas nabe