Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş li Elmanya dîwana xwe ya nû îmze kir

Welat TV - Hewlêr

Dîwana nû ya helbestvanê Kurd Hisên Hebeş li Elmanya hate îmzekirin.

Li bajarê Essen yê Elmanya14ê Berçileya 2025an, ahenga îmzekirina dîwana Helbestvan Hisên Hebeş a bi navê Jibîrkirin bi rê ve çû.

Çalakî ji aliyê her yek ji Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ve hate birêkxistin.

Di ahengê de hejmarek ji rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û hezkerên wêjeyê amade bûn.

*Jiyan û berhem

Helbestvan Hisên Hebeş xelkê navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1996an ve li Elmanya dimîne.

Çendîn dîwanên wî yên helbestan hene û beşdarî gelek festîvalên helbestê yên cîhanî bûye û xelat wergirtine. 

Di sala 2024an de, li welatê Hindistanê, xelata "Katak" a wêjeyî ye wergirt.