FIFA handerên tîma Zaxo weke baştirîn hander li ser asta cîhanî radigihîne

FIFA handerên tîma Zaxo weke baştirîn hander li ser asta cîhanî radigihîne

Welat TV - Hewlêr

Handerên yaneya Zaxo di dengdana FIFA de bûn handerên herî baş yên cîhanê.

Îro 16ê Berçileya 2025an, li gorî encamên fermî, Zaxo xelata FIFA ya baştirîn handerên li ser asta cîhanê wergirt.

Handerên Zaxo û yên 2 yaneyên din rikberî li ser xelata baştirîn cemawer li ser asta cîhanê ku ji aliyê FIFA ve tê pêşkêşkirin, dikirin.

Dengdana bo xelatê ta 28ê Mijdarê berdewam kir, li her çar perçeyên Kurdistanê, Kurdistaniyan dengê xwe da yaneya Zaxo.