Serok Barzanî: Xelata handerên Yaneya Zaxo dekefteke dîrokî ye
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî pîrozbahiya handerên Yaneya Zaxo kir bi bûneya hilbijartina wan weke baştirîn hander li ser asta cîhanê.
Baregeha Barzanî îro ragihand ku Serok Barzanî di peywendiyeke telefonî de li gel Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo, pîrozbahiya gelê Kurdistanê, xelkê Zaxo û handerên Yaneya Zaxo kir bi bûneya hilbijartina wan weke baştirîn hander li ser asta cîhanê ji aliyê FIFAyê ve.
Serok Barzanî da zanîn ku serkeftina handerên Zaxo destkefeke dîrokî ye û hêviya serkeftina domdar ji Yaneya Zaxo û lîstikvanên wê re xwest.
Îro 16ê Berçileya 2025an, handerên Yaneya Zaxo xelata FIFAyê ya baştirîn hander li ser asta cîhanê wergirt.
►Her weha bixwîne.. FIFA handerên tîma Zaxo weke baştirîn hander li ser asta cîhanî radigihîne