Şêniyên gundekî Efrînê 60 darên şemşad li ser goristanê çandin
Welat TV - Hewlêr
Îro 16ê Berçileya 2025an, şêniyên gundê Kosa yê navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, dest bi hilmeteke çandina daran li goristana gund kir.
Yek ji xwebeşan ji Welat TV got, "Hilmet ji aliyê, hejmarek ji ciwanên gund ve dest pê kir, tê de 60 darên şemşad, ku curek ji darên ciwaniyê ye, her dem şîn e her weha siya wê gelek e, li goristana gund çandin".
Da zanîn, "Di wê hilmetê de, ciwanên xwebeş bi teraktor û alavên pêwîst ên çandiniyê beşdar bûn û bi coşeke mezin kar kirin".
Wî welatiyî, hêvî kir û got, "Em bi hêvî ne hilmet li seranserî Efrînê dest pê bibe, lihevkirin û hezkirin di nava civakê de belav bibe".
Ji dema vegera zêde ya şêniyên Efrînê bi dehan hilmetên weha dest pê kirine, şêniyên gundan rêyên gund rast û qîr dikin, daran diçînin û çalakiyên din encam didin.