Israîl: Divê her rêkeftineke ewlehî li gel Şamê rewşa Başûrê Sûriyê berçav bigire

Israîl: Divê her rêkeftineke ewlehî li gel Şamê rewşa Başûrê Sûriyê berçav bigire

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Israîlê Ced´ûn Sa´ir da zanîn ku hewl didin bigihin rêkeftinekê li gel Sûriyê.

Kenala El-Erebiyê li ser zarê Ced´ûn Sa´ir da zanîn ku Israîl hewl dide bigihe rêkeftine ewlehî li gel Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Israîlê got jî: Divê her rêkeftineke ewlehî li gel Şamê rewşa Başûrê Sûriyê berçav bigire.

Ced´ûn Sair diyar kir jî ku civîna Netanyahu û Barrack li ser doseyên Sûriyê û Turkiyê rawestiya.

15 vê mehê, Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê Tom Barrack li gel Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyaho li Orşelîmê civiya, Barrack ew civîn bi civîneke avaker bo aştî û seqmgîriya deverê bi nav kir.

►Her weha bixwîne.. Erdogan: Derengmana bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê metirsiya kirîzekê li Sûriyê dirust dike