Efrîn.. Nexweşxaneya gerok a BCF 48 kes derman kirin

Efrîn.. Nexweşxaneya gerok a BCF 48 kes derman kirin

Welat TV - Hewlêr

Nexweşxaneya gerok a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi dehan kes li Efrîna Rojavayê Kurdistanê derman kirin.

Roja Yekşemê 24ê Adara 2024an, nexweşxaneya gerok a BCF serdana gundê Itmana yê navçeya Raco kir û 48 kes derman kirin.

Pirojeya nexweşxaneya gerok di 22yê Çileya 2024an de dest pê kir û dê bo heyama salekê berdewam bike.

Di lêdwanekê de ku li ser rûpela fermî ya Xêrxwaziya Barzanî di tora civakî ”Facebook” de hatibû belavkirin, berpirsê ragihandin û peywendiyan di dezgehê de, Rewaj Hacî ragihand, di dema projeya hawarçûnê de me dît ku pêwîstiya gundên Efrînê û nexweşan bi pizîşk û pêdiviyên dermankirinê heye, lewma me biryar da ku dest bi projeya ambulansa gerok bikin.

Hacî serbar kir, ambulansa gerok pêdviyên pizîşkî li gel hejmarek pizîşk li xwe digre, 366 gund dê sûdê jê wergirin û her rojekê dê sardana gundekî bike.

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan ku li deverine Sûriyê û Turkiyê, her weha Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dabû, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeh bû karîbû di 10ê mehê de derbasî Efrînê û navçeya wê bibe.

Di 19ê heman mehê de bi fermî nivîsgeha xwe li Efrînê vekir, di 4ê Hizêranê de jî navendeke çand û geşepêdanê vekir, ta niha bi çalakiyên cur bi cur radibe û alîkariyan pêkêşî ziyandîtiyên erdhejê dike.