Trump pêşwazî li termên serbazên Emerîkî yên li Sûriyê hatî kuştin kir

Trump pêşwazî li termên serbazên Emerîkî yên li Sûriyê hatî kuştin kir
Trump pêşwazî li termên serbazên Emerîkî yên li Sûriyê hatî kuştin kir

Welat TV - Hewlêr

Trump beşdarî di merasîmên pêşwazîkirina termên serbazên Emerîkî yên li Tedmurê hatî kuştin,kir.

Duh Çarşmê, serokê Emerîka Donald Trump li bingeha Dover a esmanî li wîlayeta Delaware, beşdarî di merasîmên pêşwazîkirina termên 2 serbaz û wergêrekî Emerîkî yên ku li biyabana Tedmurê ya Sûriyê hatibûn kuştin, kir.

*Kuştina serbazên Emerîkî

Roja 13ê vê mehê dema civîna serbazên Emerîkî û Sûrî li Tedmurê, endamekî hêzên ewlekariya Sûriyê gule avêtin wan û 2 serbaz û wergêrekî Emerîkî kuştin, û 3 serbazên din birîndar bûn.

Pişte Hikûmeta Sûriyê got ku ew endamê wan "hilgirê hizrên tundrew bû û biryar hatibû dayîn ku ji kar were dûrxistin".

Trump jî di daxuyaniyekê de gotibû ku "tu peywendiya serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri'" bi êrîşa li ser hêzên Emerîkî nebû û rêxistina DAIŞê ya terorîst ew êrîş encam daye.

►Her weha Bixwîne.. Hêzên Emerîkî helmetek li Tedmurê encam da û hejmarek kes girtin