Kuştî û birîndar hene.. Baregehên milîsên Îranî li Dêra Zorê hatin armanckirin
Welat TV - Hewlêr
Balafirine şer hejmarek baregehên milîsên Îranî li bajarên Elmeyadîn û Bûkemalê yên Dêra Zorê armanc kirin.
LI gorî jêderên xwecihî, berbanga îro, balafirên Emerîkî baregehine milîsên Îranî li taxên Elqusûr û Fîlat, devera embarên Eyaş li Dêra Zorê û hejmarek baregeh li Bûkemalê li ser sînorê Sûriyê û Îraqê armanc kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama êrîşan de fermandarek û 13 çekdarên Pasdarên Îranî û milîsên bi ser ve serbarî endezyarekî Sûrî hatine kuştin, 24 çekdarên milîsan û 10 kesên sivîl birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, berpirsekê leşkerî yê Emerîkî nûçeyên derbarê encamdana van êrîşan de li Sûriyê red kirin.
Ev êrîş piştî çend demjimêran ji gihîştina balfireke Îranî ya barkirî bi alavên lojstîk û endamên Pasdarên Îranî ji balafirxaneya Şam bo Dêra Zorê, hatin encam dan.
Li gorî jêderên xwecihî, beriya du rojan, bingeha Xerab Elcîr ya Emerîkî li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan hate armanckirin.