Ji destpêka salê ve.. 78 zarokan ji ber paşmayên şer li Sûriyê canên xwe ji dest dane
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragihand, ji destpêka 2024an ve, 78 zarokan di encama teqîna paşmayên şer de li seranserê Sûriyê canên xwe ji dest dane.
Li gorî rewangehê, ji hejmara ku hatiye tomarkirin, 36 zarokan li deverên di bin kontirola Rêjîma Sûrî de, 23 zarokan jî li deverîn di bin kontrola HSDê de, 8an li deverên di bina kontrola komên çekdar ên Opozisyona Sûriyê û 6an jî li deverên di bin kontrola desteya ”Tehrîr Elşam” de canên xwe ji dest dane.
Rewangehê beriya niha diyar kiribû, paşmayên şer bi şêweyekî berfireh li seranserê Sûriyê belav dibin, teqîna wan dibe sedema ketina qurbaniyan, di demekê de ku rêxistin û desthilatên xwecihî bi berpirsyaretiya xwe di rakirina wan de ranabin.