Efrîn.. Nişteciyên taxa Mehmûdiyê dest bi qîrkirina kolana xwe dikin

Welat TV - Hewlêr 

Ji ber nebûna xizmetguzariyan li hin taxên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, nişteciyên taxan li ser hesaba xwe ya taybet kolanan qîr dikin.

Bi hatina zivistanê û barîna baranê re, nişteciyên kolanên neqîrkirî gilî û gazinan ji kombûna avê û heriyê, dikin, li kolaneke taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê nişteciyan xwestin, ji wê pirsgirêkê xelas bibin.

Jêderekê ji taxê ji Welat TV re got, nişteciyên kolaneke taxa Mehmûiyê gilî û gazin ji neqîrkirinê kolana xwe dikirin û zehmetî di çûn û hatinê de didîtin, lewma dest bi hilmetê li ser hesabê xwe kir.

Jêderê da zanîn ku nişteciyên kolanê pere dan hev û kom kirin û dest bi rastkirin û qîrkirina kolana xwe kir.

►Her weha bixwîne: 

Efrîn.. Şêniyên gundê Dudê bi hilmeteke xwebexş rêya gund qîr dikin

Şêniyên gundekî Efrînê 60 darên şemşad li ser goristanê çandin