Brîtanya siza li ser grûpên "Emşat, Hemzat û Sultan Murad" sepandin

Brîtanya siza li ser grûpên

Welat TV - Hewlêr

Brîtaniya siza li ser 3 qeware û 6 endamên grûpên çekdar li Sûriyê sepandin.

Îro Brîtaniya siza li ser 3 qeware û 6 endamên grûpên çekdar li Sûriyê ji ber binpêkirinên wan di dermafê mirovan de sepandin.

Sizayên Brîtaniya grûpên çekdar ên bi navên ”Emşat, Hemzat û Sultan Murad” li xwe digirin.

28ê Gulana 2025an jî, Yekîtiya Ewropayê ragihand ku wê siza li ser grûpên ”Emşat, Hemzat û Sultan Murad” sepandine, ji ber binpêkirinên wan di dermafê mirovan de li Berava Sûriyê û Helebê (Efrîn).

Piştî kontirolkirina Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Turkiyê û grûpên çekdar ên nêzîkî wê ve, van hersê grûpên çekdar bi sedan binpêkirin li wê herêmê encam dane.

►Her weha bixwîne.. ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar ji Efrînê kir