Trump daxwazeke Israîlê derbarê sizayên ser Sûriyê red dike

Trump daxwazeke Israîlê derbarê sizayên ser Sûriyê red dike

Welat TV - Hewlêr

Medyaya Israîlê eşkere kir ku Emerîka daxwaza Israîlê bi hiştina hin sizayan li ser Sûriyê red kiriye.

Li gorî Desteya Weşanê ya Israîlê, alîkarên Serokwezîrên Israîlê Binyanîn Netenyahu ji rêveberiya Trump Xwestiye ku hin sizayan li ser Sûriyê bihêlin, da ku weke kaxezeke fişarê di danûstandinan de bi kar bînin.

Jêderê diyar kir jî ku, rêveberiya Trump ev yek red kiriye, lê soz daye Israîlê ku ew ê wê qerebo bikin.

*Emerîka sizayan radike 

Roja Înê, serokê Emerîka Donald Trump li ser budceya Berevaniyê îmze kir, ku xalekê derbarê pûçkirina sizayên Sîzer li ser Sûriyê li xwe digire, û pûçkirin kete di warê bicîkirinê de.

Duh 134 Endamên Komarî di Kongirêsa Emrîkî de daxwaza çavdêriya hikûmeta Sûriyê û pabendbûna wê bi mercên Emerîkî kir.